PeyamaKurd – Lİ welatê Misrê bi doronê êrîş kirin ser tankêra LNGê ya Amerîkayê. Li ser mijarê, di civîna di Ofîs a Oval de, serokê DYAyê Donald Trump got ku wê bersivekî dijwar bidin êrîşê.
Li ser pirsa ku gelo Îran êrîş biriye ser tankêrê, Trump got:
“Li ser mijarê agahî dane min. Rewş hema hema eynî xwuya dike lê wê mijar zelal bibe.”
Trump car din Îranê xist hedefa xwe û got:
“Em ê derbekî mezin li Îranê bixin ji ber ku dor dora me ye. Ew dizanin dê vêya bibe lê tişteka ku ew bikin nîne.”
Trump got ku êrîşê grûbekî dinê kiriye, yekser ji melêborîna xwe xwest lê got ku wê bersişva êrîşa ser tankêrê bidin. Trump ragihand ku do b işev Îranê 5 moşekan avêtine ser hedefên DYAyê lê temaman têk birine.
Li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Rojhilata Navîn jî got:
“Ez tiştekî weha nabînim. Na, em venakişin.”