Trump: “Em leşkerên xwe naşînin ti derekî”

Trump: “Em leşkerên xwe naşînin ti derekî”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump piştî bi serokwezîrê Japonyayê bi Takaiçi Sanaere hevdîtinê kir, li ser şerê dewam dike daxwuyanî da û got:

“Ez leşker naşînim ti derekî. Eger min bişanda, min ji we re nedigot.”

Trump, li ser girava Xarkê ku ji bo Îranê weka damara jiyanê ye û petrola Îranê ji wê derê îxrac dibe, got:

“Em kengê bixwazin dikarin bixin destê xwe. Eger em bixwazin şer di 2 saniyan de diqede. Girava Xarkê bê parastine û kengê em bixwazin dikarin bixin destê xwe.”

Trump berê bang kiribû ku hevkar tevlî hevkariyê bibin da Hurmiz vekirî bimîne lê li ser Japonyayê tişteka balkêş got:

“Ne ji Japonya ne jî ji welatekî dinê pêdiviya me nîne. Lê ez difkirim ku gav bavêjin baş e.”

Bi van gotinan, Trump peyamekî da dinyayê. Lê madem Trump got ku wê leşker neşîne ti derekî, ev nayê vateya ku wê di bejayiyê de mudaxeleyê Îranê neke. Dikare bi hevkaran bike.