PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di xwarina êvarê ya Komeleya Nûçeyên Koşka Spî de li Washingtonê daxuyanî dan û diyar kir ku wan zirareke gelekî mezin gihandiye hêzên Îranê.
Trump eşkere kir ku hêza deryayî û asmanî ya Îranê hatiye têkbirin, nêzîkî 250 firokeyên wan ên şer û 159 keştiyên wan hatine jihevxistin û pergalên wan ên radarê ji holê hatine rakirin.
Trump destnîşan kir ku tevî ku rayedarên Îranê di nav pêwendiyê de ne û dixwazin peymanekê çêbikin, ew bawer nake ku hîn ji bo vê gavê amade bin.