PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku wan bi piranî şiyanên leşkerî yên Îranê têk birine û got, "Ew niha ji bo çêkirina rêkeftinekê bi me re diaxivin. Lê eger me helwestek tund negirtiba, tu danûstandin çênebûn."
Trump di axaftinekê de li Michiganê behsa aloziyên bi Îranê re kir.
"Ew ji bo çêkirina rêkeftinekê bi me re diaxivin"
Trump îdia kir ku wan bi piranî şiyanên leşkerî yên Îranê têk birine û got, "Mirov tenê nikarin wê bibînin. Me hêza wan a deryayî têk bir. Me hêza wan a hewayî têk bir. Me serokatiya wan têk bir. Me pergalên wan ên dijî-balafirî têk bir. Hilberîna wan a dronan daketiye nêzîkî ji sedî 7. me beşek mezin ji kapasîteya wan a hilberîna dron û moşekan têk bir."
Trump destnîşan kir ku Îran bi Amerîkayê re di têkiliyê de ye û got, "Ew niha ji bo çêkirina rêkeftinekê bi me re diaxivin. Lê eger me helwestek tund negirtiba, tu danûstandin çênebûn."