Trump: "Min bi Putin re ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê ti pêşketinek nekiriye"

Trump: "Min bi Putin re ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê ti pêşketinek nekiriye"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivî diyar kir ku, "Min bi Putin re ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê tu pêşketin nekiriye."

Donald Trump roja Pêncşemê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivî. Donald Trump berî ku ji mîtînga "America 250" a li Iowa State Fuargrounds hat lidarxistin derkeve, derbarê vê telefonê de daxuyaniyek da rojnamevanan.

Trump diyar kir ku wî bi Putin re bi telefonê pir dirêj axivî û got, "Em bi telefonê axivîn, axaftineke pir dirêj bû, em li ser gelek tiştan axivîn, di nav de Îran jî. Em li ser şerê bi Ukraynayê re jî axivîn."

Dema ku ji Trump hat pirsîn gelo lihevkirinek gengaz dikare bi Putin re ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê were kirin, Trump got, "Na, min îro bi wî re ti pêşketin nekiriye."

Di daxuyaniyekê de ku Qesra Kremlinê derbarê hevdîtinê de da, hat destnîşankirin ku Putin peyamek da Trump ku Rûsya wê ji armancên xwe yên şerê Ukraynayê 'paşve gav neavêje'.

Trump herwiha bersiva pirsek li ser Xezzeyê da û diyar kir ku xelkê Xezzeyê dojehê dijîn û got, "Ez dixwazim xelkê Xezzeyê ewle be." 

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.