PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump got ku wê rêvebiriya Îranê teslîm bibe û paşê wê desthilata Kubayê bikeve. Trump got:
“50 sale ev mijar weka krema ser pasta ye. Ji bo min mijarekî biçûk e.”
Trump, li ser mesela Îranê jî axifî û got ku wê di pêvajoya destnîşankirina lîderê Îranê de, bibe xwediyê bandorekî mezin. Her weha piştî Îranê rêvebiriya Kubayê xist hedefa xwe.
Trump, di rêya telefonê de hevpeyvînekî bi kovara Politico re kir, rewşa dawî ya Îranê rave kir û fikrên xwe yên ji bo Kubayê ragihand.
Trump got ku di mijara Îranê de serkeftîne, wê Îran ji wan re serî deyne û paşî wê desthilata Kuba ji ser desthilatê bikeve. Li ser mijara Kubayê Trump weha got:
“Başe lê hun di mijara Kuba de çi difikirin? 50 sale ev mijar weka krema li ser pasta ye. Ji bo min mijarekî biçûk e. Venezuela gelek baş dimeşe. Delcy Rodriguez karekî baş dike. Pêwendiyên me bi wan re gelek baş dimeşe.”
Trump her weha got ku bi rêvebiriya komunîst ya Kubayê re di nav têkiliyan de ne û dewam kir:
“Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Em bi Kubayê re hevdîtinan dikin.”
Trump li ser mesela Îranê got ku wê di destnîşankirina lîderê nû yê Îranê de xwediyê erkekî mezin be, eger nebe, wê ti carî li hev nekin, wê li Îranê lîderekî ku bê çekên nuklerî be, ava bikin, bi rejîmê û xelkê re bi hevre bixebitin.
Trump li ser pirsa kurê Hamaney yê bi navê Murteza Hamaney ku bibe lîder, Trump got ku ew têr nake û xeberan dişopîne.