PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Pekînê civiyan û li ser pirsgirêka Îranê gihîştin helwesteke hevpar.
Koşka Spî ragihand ku her du welat li ser wê yekê li hev kirine ku "Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerî."
Di hevdîtinê de mijara herî krîtîk vekirîhiştina Tengava Hurmizê bû; Serok Xi Jinping li dijî leşkerîkirina tengavê û wergirtina bacên neyasayî derket.
Çînê ji bo kêmkirina girêdayîbûna xwe ya bi Tengava Hurmizê, eleqeya xwe ya ji bo kirîna zêdetir petrola Amerîkayê nîşan da, ku ev wekî pêngaveke ji bo hevsengkirina bihayên petrolê li bazarên cîhanê tê dîtin.