PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, îro 25ê Nîsanê li paytexta Ukrayna Kîevê bi Serokê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy re piştê destpêkirina şer cara yekem civiyan.
Şanda Amerîkî piştî hevdîtinê ragihandiye ku ‘Rûsya winda dike, Ukrayna bi ser dikeve.’
Blinken bombebarana Rûsya ya li ser navçeyên Ukraynayê bi hovane bi nav kir û got: "Serokê Rûsya Vladimîr Putîn dixwest Ukraynayê bi tevayî bixe bin destê xwe, lê ev yek pêk nehat û nabe jî. Em nizanin ev şer dê heta kengê bidome, lê em dixebitin ku karînên leşkerî yên hêzên Ukraynayê xurt bikin.”
Blinken bal kişand ser wê yekê ku rêveberiya Amerîka berdewam e li ser alîkariya Ukrayniyan û zêdekirina şiyanên wan di şer de.
Austin jî destnîşan kir, welatê wî di wê baweriyê de ye ku Ukraynî dê di vî şerî de bi ser bikevin, eger piştevaniya pêwîst ji wan re bê kirin wê bi ser bikevin û Washington berdewam e li ser pêşkêşkirina alîkariyan.
Li gorî zanyariyan di hevdîtina Blinken û Austin a ligel Zelenskiy de hatiye diyarkirin ku wê Amerîka ji bihêzkirina berevaniya Ukraynayê 322 milyon dolaran alîkariyê bide û Amerîka dikare bibe lîderê garantoriya ewlekariya Ukrayna ya di pêşerojê de.
Çavkaniyên medya Ukraynayê jî ragihandine ku şanda Amerîkî eşkere kiriye ku wê di demeke nêzîk de balyozxaneya Amerîka vegere Kîevê û balyozekî nû were erkdarkirin.
Serokomarê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy jî piştî civînê li ser medya civakî ragihand ku wan ligel Blinken û Austin hevdîtineke krîtîk û girîng pêk aniye û li ser alîkariyên berevaniyê, alîkariyên darayî, dorpêçên ser Rûsyayê û garantiyê ewlehiyê gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin