Uman: Li nêzîkî paytext Maskatê teqîn

Uman: Li nêzîkî paytext Maskatê teqîn

PeyamaKurd - Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku wan agahiyek derbarê rûdana teqînekê de li nêzîkî keştiyeke bazirganî wergirtiye, ku ev bûyer li nêzî 60 mîlên deryayî li dervayî peravên paytexta Umanê, bajarê Maskatê rû daye.

Li gorî daxuyaniyê kaptanê keştiyeke tankerê ragihandiye ku teqîneke bi amûreke dervayî li nêzîkî wan qewimiye.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku tîma keştiyê û tanker di ewlehiyê de ne û zirarên canî tune ne, lê belê ji ber bandora teqînê hinek sotemenî li ser deryayê belav bûye û rijiyaye nav avê.