PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal raporeke berfireh li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê belav kir.
Li gorî raporê, her çend Washington karmend û alavên xwe vediguhêze jî, lê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk çend leşkerên Marînes û peymandarên ji bo parastina F-16 û tankan dixebitin li herêmê dimînin.
Rayedarên Amerîkî diyar kirin ku pergala parastina asmanî ya Patriotê berê ji Hewlêrê hatiye vekişandin, lê dibe ku pergalên din ji bo Balyozxaneya Bexdayê û Konsulxaneya Hewlêrê werin bikaranîn.
Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku tevî bidawîbûna operasyonên leşkerî yên fermî, Amerîka dê şiyanên xwe yên îstixbaratî û çavdêriyê li herêmê biparêze.
Li aliyê din, di demekê de ku Serokwezîrê Iraqê daxwaza radestkirina çekên komên çekdar kiribû, Berdevkê Ketaîb Seyidul Şuhedayê Kazim Fertûsî ev daxwaz red kir û got ku ew çek ji bo serweriyê ne û bêçekkirina bi zorê pêk nayê.