PeyamaKurd – Li Ûkraynayê li bajarê Çenigivê leşkerên Ûkraynayê li balafireka Rûsyayê xistin û balafir ket. Pîlot xwe ji balafirê avêt û xelkê sîvîl pîlot girt. Dema pîlot xwe ji balafirê avêt bi peraşûtê ket baxçê malbatekî. Balafir bi roketa leşkerên Ûkraynî hat xistin.
Hat ragihandin ku pîlot ji nav leşkerên bajarê Krasnoyarskê tevlî opreasyonan bûye. Piştî leşkerên Ûkraynayê çûn ciyê ku pîlot xwe bi paraşûtê lê daniye, pîlot teslîm girtin û xistin bin çav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin