Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 7 endamên xwe ‘pêvajoya dîsîplîna Budçê’ da destpêkirin

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 7 endamên xwe ‘pêvajoya dîsîplîna Budçê’ da destpêkirin

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 7 endamên xwe ku Fransa û Îtalya jî di nav wan de ne, bi sedema budça wan zêde deyndare an ku ji budça destnîşankirî zêdetir mesrefê kirine, ‘pêvajoya dîsîplîna Budçê’ da destpêkirin.

YEyê, ji bo budça wan ya siyaseta darayî koordîne bike, di çarçova ‘Pakta Pêşdeçûn û Îstîqrarê’ de, deynê budça wan zêdeye an ku deyndarin û divê teşê bidin budça xwe.

Endamên budça wan zêde deyndare; Belçika, Fransa, Îtalya, Macaristan, Malta, Polonya û Slovakya ne û konsey kiryarê qebûl kiriye. Di dawiya pêvajoyê de konsey dikare cezayê pere jî bide wan dewletan

Di daxwuyaniya komîsyonê de qaîdeyên di peymanan de hatine destnîşankirin, divê budça wan li gor wan qaîdeyan bimeşe, deynê budçê ji hasila nesafî ya welat %3 û deynên wan jî %60an derbas nebe.

Di sala 2020an de bi sedema Kovid-19, şerê Rûsya-Ûkraynayê, krîza enerjiyê û enflasyonê kiribû ku dewletên endam qaîdeyên danîtî, deynin rexekî.

Sala borî li Îtalyayê budçe 7,4, Macaristan % 6,7, Romanya %6,6, Fransa %5,5, Polonya % 5,1, Malta û Slovakya %4,9, Belçika % 4,4 deyndar bû an ji budça xwe zêdetir pere xerc kiribûn.