PeyamaKurd- Hat ragihandin ku YPG ji bo careke dî vegere bajarê Efrînê amadekariyên xwe didomîne. Çavkaniya ku navê xwe nedaye, îdda dike ku ji bo vegera Efrînê 5 tabûr hatine amadekirin.
Li gorî heman çavkaniyê, YPG cilên leşkerên Sûriyê li xwe dike û di bin ala Rejîma Sûriyê de li Herêma Şehbayê milîsên xwe perwerde dike. Tê îddakirin ku Rejîma Sûriyê û YPGê ji bo vê mijarê bi hev re peymanek danîne.
Rêvebiriya Rojavayê Herêma Şehbayê jî wekî qanton îlan kiribû. Herêma Şehbayê li ber tixûbê Iraqê ye û hêzên Îran û Rûsyayê li wir dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin