PeyamaKurd - Rêze êrîşên hewayî û teqînan Tehran, paytexta Îranê û çend bajarên din hejandin. Li gorî agahiyan, Zanîngeha Şerîf û derdora wê li Tehranê rastî bombebaraneke dijwar hatin.
Li gorî çavkaniyên medyayê, êrîş bi tenê li Tehranê sînordar nebûn; Mehrabad, Bandar Ebas, Qum û Şîraz jî rastî êrîşên bi vî rengî hatin.
Pênc teqînên bihêz li Bandar Ebas hatin bihîstin, di heman demê de navçeya Şehrekê ya li bakurê rojavayê Tehranê û derdora Balafirgeha Mehrabad ji ber tundiya teqînan hejiyan.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku di êrîşeke li ser herêmeke niştecihbûnê ya li başûrê rojhilatê Tehranê de herî kêm 13 kes hatine kuştin. Di heman demê de, Iran Gazette ragihand ku di êrîşeke li ser Qumê de herî kêm 5 kesên din hatine kuştin.
Ev çalakiya leşkerî di demekê de tê ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dem daye Tehranê. Trump hişyarî da ku heke heta êvara Sêşemê tengav neyê vekirin, ew ê fermana bombebarankirina pir û santralên elektrîkê bide.
Trump, bi dengekî tund li ser hesabê xwe yê Truth Social got:
"Roja Sêşemê wê roja santralên elektrîkê û piran be, hemîyan di carekê de. Tiştekî wisa li Îranê qet çênebûye! Tengava vekin, an na hûn ê cehenemê bibînin."