PeyamaKurd – Piştî Latif Reşîd bû serokkomarê Iraqê bi serokê YNK ê Bafil Talabanî re hat cem hev. Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Bafil Talabanî got ku Latif Reşîd perçeyekî ji YNK ê ye. Piştî hevdîtinê Talabanî bi Reşîd re, di derbarê hilbijartina Reşîd de axifî. Talabanî weha got:
“Ez çend sal bi Mam Celal re lê piranî bi kek Latif re jiyam. Kek Latif perçeyekî ji YNK ê ye. Her perçeyekî YNK ê wê aîdê YNK ê be. Em ê tev bi hevre rêya Mam Celal piparêzin.”
Li gor ragihandina Rûdawê; Talabanî qebûl nekir ku Latif Reşîd namzedê YNK ê KDP ê ye. Got ku namzedê PDK ê Kek Hoşyar bû û paşî Rêber Ahmed bû û me wan mexlûb kir. Talabanî li ser mijara vekişandina Rêber Ahmed ê namzedê PDK ê got ku dizanibûn biser nakevin lewra vekişiya.
Latif Reşîd di hilbijartina parlementoya Iraqê de 162 dengan sitend û bû serokkomar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin