PAKê  Komkujiya Helebceyê bibîr anî

PAKê  Komkujiya Helebceyê bibîr anî

 

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku komkujiya Helebceyê wek partî bibîr tînin û “30 sal berê di 16ê Adara 1988an de li Helebceya Herêma Kurdistanê rejîma Bees bi bombebarana kîmyayî zêdeyî 5 hezar sivîl qetil kirin. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û pîr bûn. Li Helebceyê ne tenê 5 hezar mirov; lê wîjdane mirovahiyê jî şehîd ketibû. Ev ne tenê qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herwiha şerm û qirêjiyeke li ênîya mirovahiyê bû jî.”

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Piştî 30 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê niha jî rastî komkujî, qetlîam, kuştin, neheqî û wêraniyan dibe û Helebce bi dagirkirina Kerkûk û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye, ji bo miletê kurd, gelê Kurdistanê ti maf û azadiyan bi dest nexe, ji bo ku li  ti derê statuyeke siyasî bi dest nexe, bi plan û stratejiyên pir alî, hevkarîya xwe didomînin. Em ê birînen xwe yên dîrokî bi tifaq û hişmendiya netewî bipêçin. Em di 30emîn salvegera jenosîda Helebceyê de, vê jenosîdê rûreş dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin