Di kanala avê de 5 kes mirin

Di kanala avê de 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Wêranşehrê sjotvanê otomobîlekî bazirganî desthilata xwe wenda kir û ket kanala avê. Di otomobîlê de 6 kes hebûn. Di serî de 3 kes di kanalê de miribûn lê her dû kesên wenda paşî cesedê wan hatin dîtin û jimara miriyan bû 5 kes.

Li bajarê Rihayê li, navça Wêranşehrê piraniya wan xwendevanên lîsê 6 kes piştî fetarê bi hevre derketin geryanê. Ji Wêranşehrê ber bi Rihayê de di km ya 35 an de desthilata alava bazirganî ji destê ajotvan derket û ket kanala avê ku kanal 7 metre kûr bû.

Abdullah Demir bi derfetên xwe ji kanala avê derket û gazî tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û îtfaiyê kir. Ji kanalê cesedên 3 kesan bi navên Mehmet Reşat Demir, İzzettin Açıkgöz û Alican Demirli derxistin wan sipartin axê. Cenazên her dû kesên wenda paşî hat dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin