PeyamaKurd – Serwîsa Xef ya ji parastina serokên Amerîkayê û malbatên wan berpirse, bi sedema namzedê Partiya Demokratan Joe Biden îhtîmal heye ku bê hilbijartin, tebdîrên parastina Biden zêdetir kirin.
Li gor ragihandina rojnama Washington Post ê, Serwîsa Xef wê hêzên parastinê yên îlawe bo Biden bişîne ku Biden niha encamên hilbijartinan dişopîne û li eyaleta Delaware ye li bajarê Wilmingtonê ye.
Çavkaniyên agahiyan bo rojnamê ragihandine ku wê ewlehiya zêde ji îro û pêde zêde bikin. Sedema nezêdekirina ewlehiya Biden heya niha sedem destnîşankirin ku di roja hilbijartinê de encam diyar nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin