Çîn: Amerîka împaratoriyeta derewaye

Çîn: Amerîka împaratoriyeta derewaye

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Çînê li ser rapora Amerîkayê ku belav kiribû û Pekînê bi manîplasyonê îtham kiribû, got ku Amerîka împaratoriyeta derewaye.

Di rapora Amerîka de tê gotin ku dewleta Çînê her sal bi milyar dolaran pere xerc dike da manîplasyonê bike, wezareta karên derve ya Çînê bi tundî bersivê da û got:

“Rastî, çend caran îsbat kir ku Amerîka împaratoriyeta derewaye.”

Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Pêncşemê raporekî belav kir û tê de got Çîn sansur, civandina doneyan, çavkaniyên xeberên biyanî bi peran dikire, medya navdewletî manîple dike û di meha Temmûzê de Koşka Sipî û Microsoft ragihandibûn ku grûba Çînê ya hackerê ketiya nav hesabên saziyên dewleta Amerîkayê û e-mailên 25 dezgeyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin