PeyamaKurd- Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê dema barê xwe hilgirtibû û dibir, bi barê xwe ve ket Rûbarê Gadarê û fetisî. Ragihandin ji aliyê rêxistina mafên mirovan ya bi navê Hengawê de hat kirin. Rûbarê Gadarê nêzî bajarê Şîno ye û div an rojan de ava wê şîpe û miro bi xwe re dibe. Dema kolber dikeve ber pêlên avê nema dikare xwe li ber pêlan bigre û av wî bi xwe re dibe.
Navê kolberê Kurd Aram Mewlûdî ye û 25 saliye. Zewicandiye û zarokên wî hene.
Duhî jî li herêma Hewramanê li zozanê Miley Teteyê pasdarên Îranê bi sîlihan li kolberê Kurd dane û 2 kolberan birîndar kirine. Her dû kolberên birîndar birine bajarê Pawe li nexweşxanê derman dikin ku navê yekî ji wan Newzad e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin