PeyamaKurd - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Elî Ekber Welayetiyê ku di qada Têkîliyên Navneteweyî de şêwirmendiya lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney dike re hevdîtin kir.
Kremlînê daxuyanî weşand û ragihand ku Pûtîn li Novo-Ogarevoya Rezîdansa Serokatiyê Velayetî wek mêvan qebûl kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve yên Kremlînê Yurîy Uşakov jî cih girtin.
Ji alî Îranê jî şêwirmendên Xemaney Elî Asgar Fathî Sarbangolî û Balyozê Moskovayê yê Îranê Mehdî Sanaî beşdarî hevdîtinê bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu duh bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Moskovayê hevdîtin kiribû û hebûna hêzên Îranê yên li Sûriyeyê ne nîqaş kiribû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin