Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî li ser rewya herêmê axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî li ser rewya herêmê axivîn

PeyamaKurd - Li gorî ragihandina medyaya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê "rewşa herêmê" nirxandin.

Hate diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de pêwendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser danûstandinên aborî û bazirganî û xurtkirina hevahengiyê ya ji bo parastina ewlehiya sînorên hevbeş û têkoşîna li dijî terorê axivîn.

Herwiha her du aliyan qala pêşhatên li herêmê û girîngîdana welatên herêmê ya ji bo xurtkirina aramiyê kir.