Li Stenbolê endamekî 'Hizbullaha Kurd' hat girtin

Li Stenbolê endamekî 'Hizbullaha Kurd' hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Têkoşîna Dijîterorê yên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li Stenbolê endamekî Hizbullahê yê di lîsteya gewr de, di encama operasyonekê de desteser kirin.

Li gorî ragihandina medya tirk kesê hatiye desteserkirin Zafer Dedeogluyê endamê 'Hizbullaha Kurd' e û di lîsteya lêgerînê ya gewr de  ji 7ê Tebaxa 2011an ve biryara desteserkirinê bo wî hatibû derxistin.

Hat zanîn piştî ku Dedeoglu hatiye desteserkirin, bo zindanê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin