PDK: 'Serokê Kurdistanê vê mehê tê hilbijartin'

PDK: 'Serokê Kurdistanê vê mehê tê hilbijartin'

PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aras Heso Mîrxan ragihand, dê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê û meha bê jî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Aras Heso Mîrxan got, “Em karê xwe dikin, li aliyê din ji bo hilbijartina kabîneya nû dixebitin. Heta hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê em ranawestin. Serokê Hikûmetê piştî civîna ligel aliyên siyasî û di meha bê de hikûmetê dadimezirîne.”

Mîrxan ragihand ku heta çend rojan wê serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin û di meha bê jî de wê serokwezîrê nû bê hilbijartin.

Hêjayî bîrxistinê ye, di çarçoveya pêkanîna kabîneya nû de PDKê bi YNK û Goranê re rêkeftinên siyasî îmze kirine ku YNK daxwazê ji PDKê dike bo dabeşkirina postan jî rêkeftineke nû were îmzekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin