260 kesan di lehiyê de can da

260 kesan di lehiyê de can da

PeyamaKurd – Li welatê Ruandayê ji ber barana zêde ev çend hefteye berdewam e, lehî rabû ku tê ragihandin li çend welatên Afrîkayê herî kêm 260 kesan di lehiyan de can daye.

Hikumeta Rûandayê ragihand, ji ber barana demsalî ya çend hefte ne li rojhilatê Afrîkayê dibare, lehî rabûne û zêdetirî 260 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Lezgîn êvara Çarşemê barana ku bi dijwarî bariya bûye sedema lehiyê ku bi dehan kes ber lehiyê de çûne û mirine.

Dîsa li welatê Kenya jî lehî rabûne û li Ûgandayê jî ava Gola Vîctorîa fûriyaye û gelek xanî, nexweşxane û pire di bin avê de mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin