Serok Barzanî Mihemed bin Silêman El Esîrî re civiya

Serok Barzanî Mihemed bin Silêman El Esîrî re civiya

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî, bi Balyozê nû yê Erebistana Siûdî li Herêma Kurdistanê re civiya.

Serok Barzanî, îro li Pîrmam pêşwazî li Balyozê nû yê Erebistana Siûdî li Herêma Kurdistanê Mihemed bin Silêman El Esîrî kir.

Balyozê nû yê Erebistanê, di civinê de kêfxweşiya xwe li hember pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û da zanîn, zêdebarî hebûna arîşe û tengaviyan Herêma Kurdistanê gelekî pêş ketiye.

Mihemed bin Silêman El Esîrî, amadehî û daxwaza welatê xwe jî ji bo berfirehkirina pêwendiyên Riyaz û Kurdistanê anî ziman bi taybet di warê aborî de.

Serok Barzanî jî ronahî xist ser pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Erebistanê û spasiya Erebistanê kir ku alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike û barê Hikûmeta Kurdistanê sivik dike.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî bo Balyozê nû yê Erebistanê di posta wî ya nû de xwest.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin