PeyamaKurd – Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 5 Kurd ji bajarokê Mabeta revandin û li hember berdana wan fîdye dixwazin.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 20 û 22ê vê mehê 5 welatî ji bajarokê Mabeta revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirin.
Navên wan kesan wiha ne: Mihemed Hudên Yûsif, Noredîn Hemîd Coco, Mihemed Yûsif Coco, Remzî Henan Elîko, Zuhêr Mistefa Şabo.
Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin