PeyamaKurd – Li eyaleta Amazonas a Brezîlyayê bajarokê Barcelosê balafireke cûreya EMB-110 kete xwar û 14 kesên tê de bûn mirin.
Li gorî ragihandina Sekreterê Ewlehiya Amazonê Vinicius Almeida, balafir nêzî daketinê ketiye xwar û li gorî texmînan ji ber barana zêde dîtin kêm bûye loma dema daketinê ketiye.
Hatiye diyarkirin ku balafir ji aliyê karsazekî ve hatibû kirêkirin û 14 rêwiyên tê de bûn jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin