PeyamaKurd – Hikûmeta Lubnanê piştî krîza aborî ya demdirêj, îro 4ê Nîsana 2022yan îflasa dewletê ragihand.
Cîgirê Serokwezîrê Lubnanê Saade eş-Şamî, îflasa hikûmetê eşkere kir û got, piştî krîza aborî ya bi salan dewletê îflas kir.
Şamî di televizyoneke Lubnanê de bal kişand ser û krîza aborî ya ku ji sala 2019an ve berdewam dike û diyar kir, "Mixabin wekî Banka Navendî dewletê jî îflas kir. Heta ji me bê em ê hewl bidin nehêlin bandora zirarê zêde li ser welatiyan çêbibe. Wê zirar di navbera dewletê, banka navendî, bankên taybet û xwedî hesabên mewdûatê de were dabeşkirin.”
Herwiha Şamî daye zanîn ku gotûbêjên wan ên bi Banka Navdewletî ya Diravan (IMF) re dewam dikin û hêvî dikin bigihîn peymanekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin