PeyamaKurd – Wezîra Xezînê yê Amerîkayê Janet Yellen ragihand ku eger Rûsya tevlî civîna G20 an bibe wê Amerîka tevlî civînê nebe. Wezîra di Komîta Xizmetguzariya Darayî ya Meclisa Nûneran de axifî û got wê Amerîka tevlî civîna G20 an bibe wê Amerîka tevlî civênê ya li Endonezyayê nebe. Yellen weha got:
“Serok Biden ragihand ku wê weka her carê ji bo Rûsyayê ji dezgeyekî fînansa alîkariyê nebe û ez bi xwe jî di heman fikrê de me. Min xwest ku Rûsya ji endamtiya G20 an derxin û min ji hemkarên xwe yên Endonezyayê re got ku eger Rûsya li wê derê be, ez ê neçim gelek rêzecivînan.”
Mehekî berê serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ji bo Rûsyayê ji G20 an derxin, divê endam tev lihev bikin.
Wê civîna serpereştên G20 an di meha 11 ê sala 2022 an de li Endonezyayê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin