PeyamaKurd - Li Kurdistanê hilbijartina parlamenteriyê wê di 30ê îlonê da bê kirin û heyama propagandayê jî êdî dest pê kir.
Li gor bernameya ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Kurdistanê eşkere kir serbestiya propagandayê ya ku îro ket rewacê heta ji ray avêtinê ra 48 saet bimîne wê dewam bike.
Partiyên siyasî yên ku wê beşdarî hilbijartinê bibin seranserê hilbijartinê wê bikaribin îlanên bi wêne û nivîskî belavbikin.
Bi destpêkirina heyama propagandayê li navenda Hewlêrê afîşên hilbijartinê û posterên namzedan bi kuçe û kolanan va hatin dalqandin.
Li Kurdistanê hilbijartin wê di 30yê îlonê da bê kirin û ji bo 111 parlamenterî wê 31 partî hewl bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin