Hûsî: Me di salekê di 193 kestî kirin armanc

Hûsî: Me di salekê di 193 kestî kirin armanc

PeyamaKurd - Husiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike, ragihand ku wan ji destpêka şerê Hemas-Îsraîlê yê Xezeyê ku 7ê Cotmehê piştî êrîşa terorî ya Hemasê dest pê kiribû ve, 193 keştiyên li Deryaya Sor kirine armanc.

Li gorî daxuyaniya Hûsiyan, wan di nava salekê de 11 balafirên bêmirov ên bi çek ên MQ-9 yên Amerîkî jî xistine.

Li aliyê din di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku Hevpeymaniya Amerîka, Îngîlîstan û Îsraîlê jî 774 êrîş birine ser hêzên wan.

Serokê Hûsiyên Yemenê Ebdulmelîk El-Hûsî daye xuyakirin ku ew wan êrîşên xwe ji bo piştgiriya Xezeyê berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê 18ê Kanûna 2023yan, bi beşdariya hejmarek welatan li dijî hêzên Hûsîyan bi hinceta ku ewlehiya bazirganiya deryayî ya cîhanî xistine xeterê, Hêza Erka Deryayî ya pirneteweyî ava kiribû û dest bi êrîşên bersivdanê bi ser Hûsiyan de kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin