Îran: Baregehên komên Kurdên Rojhilat hatin armanckirin

 Îran: Baregehên komên Kurdên Rojhilat hatin armanckirin

PeyamaKurd - Îranê ragihand ku wan bi sê moşekan baregehên komên siyasî yên Kurdên Rojhilat hedef girtine.

Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Tasnim ragihand ku Baregeha Xetam el-Enbiya ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê derbarê êrîşan de daxuyaniyek weşandiye.

Di raporê de hat gotin ku baregehê gotiye ku baregehên komên muxalefeta Kurd ên Rojhilat ên ku di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ne bi sê moşekan hatine lêdan.

Di heman demê de, hat ragihandin ku li gundê Zirgivez ê li Silêmaniyê, ku komên muxalefeta Rojhilat lê ne, teqînên tund çêbûne.