Naveroka rêkeftina PDK û YNKê hat eskere kirin: Pirsgirêk neman

Naveroka rêkeftina PDK û YNKê hat eskere kirin: Pirsgirêk neman

PeyamaKurd - Berdevkê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer bi civîneke rojnamevanî lihevkirina PDK û YNKê ya bo avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir.

Şêx Omer got, bi PDKê re ew gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên wan li ser wergirtina postan nemane û diyar kir, “Piştî zincîreyek civînan, herdu şandên danûstandkar ên YNK û PDKê li ber ronahiya rêkeftina siyasî ya herdu partiyan û li ser binemaya beşdariya bi bandor di dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmraniyê de, gihîştine têgihîştineke hevbeş.”

PIŞTÎ AXAFTINA KOSRET RESÛL Û SEROK BARZANÎ…

Berdevkê YNKê da zanîn, “îro piştî nîvro û piştî telefoneke dostane û dilsozane di navbera birêz Kak Mesûd Barzanî û birêz Kak Kosret Resûl de, herdu şandên YNK û PDKê gihîştin têgihîştineke hevbeş derbarê pêgeha YNKê di sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê û hemû wezaret û destkeftan de.”

RÊKEFTINA DAWÎ LI DEMEK NÊZÎK TÊ ÎMZEKIRIN

Letîf Şêx Omer got, “Biryar e di rojên nêzîk de dawî dariştina rêkeftina YNK û PDKê bê îmzekirin, ji ber wê jî û ji bo destpêkirina wê proseyê, biryar hat dayîn ku îro fraksiyona YNKê di rûniştina Parlemantoyê de beşdar be û bibe beşek ji guftûgoyên li ser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêmê wekî yekem gava kirdarî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistan.”

YNK: TI PIRSGIRÊKÊN ME NEMANE

Li ser dabeşkirina postan di Parlemanto û Hikûmetê de jî Berdevkê YNKê wiha got: “Em gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me di vê derbarê de nemane.”    

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin