Dadgeha Stenbolê doznameya melayên Kurd ên DIYADERê qebûl kir

Dadgeha Stenbolê doznameya melayên Kurd ên DIYADERê qebûl kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê doznameya komeleya melayên Kurd a bi navê DIYADER piştî girtina hejmarek meleyan bi 6 mehan amade kir û pêşkeşî 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir. 

28 endamên Komeleya Piştvanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) 3yê Tîrmeha 2021ê hatibûn binçavkirin û ji 26 kesan 17 kes hatibûn berdan.

Herwiha melayên bi navê; Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû bi hinceta ku xutbeyên xwe bi kurdî xwendine, beşdarî Nimêja Înê ya Sivîl bûne û xebatên komeleyê bi rê ve birine hatibûn girtin.

Di doznameya piştî 6 mehan hatiye amadekirin de, 23 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê ku bi zanebûn piştevanî û alîkarî dane rêxistinê” têne tawanbarkirin.

Herwiha di beşeke doznameyê de peyvên; “Civak, Bawermend, Hêja, Jiyan, Hember, Rûmet, Taybet” ên di xutbeyê de hatine gotin wekî gotinên “termînolojiya rêxistinê” û tawan hatine nîşandan.

Dadgeha Stenbolê biryar daye ku yekem danişîna doza DÎYADERê 8ê Sibata 2022yan pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin