HDP dozvekirin û lêpirsîna ser Isil Ozgenturkê sermezar dike!..

HDP dozvekirin û lêpirsîna ser Isil Ozgenturkê sermezar dike!..

PeyamaKurd – Piştî serlêdana gilî ya Baroya Batmanê, Serdozgeriya Batmanê derbarê nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Işil Ozgenturk de ku bi nivîsa xwe ya li ser leşkerê tecawizkar heqaret li keç û malbatên Kurd kiribûn, lêpirsîn da destpêkirin.

Hat zanîn ku ji ber navnîşana Ozgenturk li Stenbolê ye, dosyeya wê bo Stenbolê hatiye şandin.

Hevseroka Giştî ya berê û Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, piştî biryara vekirina lêpirsînê bo Işil Ozgenturkê, li ser medya civakî xwedî li nivîskara Cumhuriyetê derket û got, ew beşdarî nêrînên Işil Ozgenturk nabe, lê mafê wê yê xwe îfadekirinê diparêze û ji ber nivîsekê destpêkirina lêpirsînê şermezar dike.

Ozgenturk di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Em di nav çala pornoyê di digevizin’ de, derketibû derveyî sînorên mafê derbirina nêrînên xwe û bi zanyariyên nerast taybet li ser bajarê Batmanê heqaret li keç û bav û malbatên Kurd kiribû.

Herwiha di beşeke nivîsa xwe ya ku qala leşkerê tecawizkar Musa Orhan dike de, qaşo ji devê mamosteyeke li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê xebitîye û herêmê baş nas dike, bav û dêyên Kurdan û keçan tawanbar kiribûn.

Di nivîsê de gotibû, “Li vir ti qîmet bo keçan nayê dayîn. Bav keçên zarok wekî zarokên xwe hesab nakin, wan nadin xwendin, wekî mal têne firotin…”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin