PeyamaKurd – Li bajarê Amed a bakûrê Kurdistanê li navça Yenişehirê li kolana Hunerê (sanat) kesê bi navê M.U.(35) dema ji kafeteryayê derket, kesekî bi demançê lê xist. Kesê êrîşker hevalekî wî jî pê re bûye û di serê demança wî de perçê ku nahêle deng ji derbê derê hebûye.
Di bûyera ku ber destê êvarê çêbûye de M.U. ji serê xwe dijwar birîndar dibe û dikeve erdê. Polîs û tîmên tenduristiyê dema diçin ciyê bûyerê, mudaxeleya ewilî bi birîndar dikin û wî dibin nexweşxana Selahaddinê Eyyubi.
Rewşa birîndar baş nîne û polîs ketiye pey her dû kesên gumanbar da ku wam bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin