Îsmaîl Hakki Pekîn îtiraf kir ku MÎTê her sê jinên Kurd ên li Parîsê kustiye

Îsmaîl Hakki Pekîn îtiraf kir ku MÎTê her sê jinên Kurd ên li Parîsê kustiye

PeyamaKurd – Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, îtiraf kir ku MÎTê her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê Sakîne Cansiz (54), Leyla Şaylemez (24) û Fîdan Dogan (28) kuştiye.

Di bernameyeke televizyonekê de, Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, rola MÎTê ya di kuştina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatibûn qetilkirin îtîraf kir. Omer Guney ku di cinayeta Sakîne Cansiz (54), Leyla Şaylemez (24) û Fîdan Dogan (28) gumanbar wê li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê bihata darizandin. Lê ji ber Guney hîn doz destpê nekiribû di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, dosye hatibû girtin. Fransayê sala derbasbûyî biryara ji nû ve bê lêkolînkirin dabû ku tiliya MÎTê di cînayetê de heye yan na.

Pekîn di bernameya ku mijara operasyona Garê ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dar xist dihat axaftin de, pirsên Ahmet Hakan bersivandin. Pekîn bersiva pirsa, "Tîma mejî ya PKKê çar in” a Hakan da û rola MÎTê ya di komkujiyê de wiha îtîraf kir:

“Zêdetir e. Rêveberiya Konseyê heye. Ser serê wê jî bawer im niha Mûrat Karayilan heye. Di binê wî de jî tîm hene. Mesele ew zêde ji Qendîlê dernakevin. Li Ewropayê jî endamên wan hene. Divê em tiştekî ji endamên wan ên Ewropayê bikin. Beriya niha li Parîsê hat kirin lê…”

Ahmet Hakan, piştî van gotinên Pekîn, mafê axaftinê girt, mijar guhert û weşana xwe domand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin