PeyamaKurd – Şêwirmendê Rêyên Hewayî yên Tirkiyê (THY) Yahya Üstün li ser îxbara ku di balafira wan ya AnadoluJet ê de bombe heye daxwuyanî da. Balafira ku siet di 19.35 ê êvarê de ji balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê biçûya balafirgeha Çarşamba ya Samsûnê, îxbar hatibû kirin ku di balafirê de bombe heye. Yahya Üstün di ser hesabê xwe yê medya de weha got:
“Berya balafira me ya jimare TK7238 ji balafirgeha Sabiha Gökçenê bi hewa bikeve, ji me re îxbara ku bombe tê de heye hat kirin. Hêzên asayîşê kontrola balafirê kirin û îxbar derew derket.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin