PeyamaKurd - Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinakê ku pirtûkeke bi sernavê 'Mehmet Tunç û Bêkes' derbarê şewitandina kesên di bodrumên Cizîrê de nivîsandibû û 4 roj berê li bajarê Qersê li mala xwe hatibû binçavkirin îro derket pêşberî dadgehê û bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' biryara girtina wî hat dayîn.
Polîsan 13ê Sibatê li Qersê di ser mala Mahmût Alinak de girtibû û ji wê rojê ve li navenda asayîşê di bin çavan de bû.
Piştî ku îro kar û barê îfadedayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû, Alinak îro derxistin pêşberî Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê bi hincet nîşandana “Endamê rêxistinê" biryara girtina wî hat dayîn û ew şandin girtîgehê.
Li gorî hatiye ragihandin Mahmut Alinak ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hatiye girtin û herwiha dahata pirtûkê jî bexşî malbata Mehmet Tunç kiriye.
Alinak heta niha ji salên 1990an ve bêhtirî deh caran ketiye girtîgehan û bi salan heps raza ye.
Dema polîsan xwest destê wî kelepçe bikin û wî bibin girtîgehê bertek nîşan da û got, ez nahêlim mafê we nîne û ji we natirsim...
Dîmenên Mahmût Alinak dema dixwazin wî kelemçe bikin...
— Bilal Güldem (@BilalGuldem) February 17, 2020
"Ez ji we natirsim..." pic.twitter.com/AqPO9lcAVS
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin