Li Mûsê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

Li Mûsê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê otomobîl û traktorek li hev ketin û di encamê de 2 kesan can da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li bajaroka Duzkişya ya ser bi navçeya Dêrxasa Mûşê de, otomobîla ku Şefîk Ozen diajot û traktorek li ser rêya Dêrx û Tîlê li hev ketin. 

Di qezayê da Gulfen (35) û kurê wê Bedirdhan Ozen (9) can dan û ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn. 

Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa du kesan giran e û ew bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatin veguhestin, birîndarên din jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrxasayê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin