PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22yê Mijdarê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşal Samy Simpson kir.
Piştî civînê hate ragihandin, di vê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina hevkariyên ewlehî û leşkerî yên dualî hatin kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê, xaleke vê civînê taybet li ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bû. Her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û dûrxistina Iraqê ji nakokiyên leşkerî hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêdivîtiya parastin û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, rêzgirtina li qewareya qanûnî û destûrî ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina sîstema federaliya Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî got ku divê civaka navdewletî roleke aktîf di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de bigere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin