Li Davosê “Mala Kurdistanê” tê vekirin

Li Davosê “Mala Kurdistanê” tê vekirin

PeyamaKurd – Di 54. Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li bajarê Davos ê Swîsreyê tê lidarxistin, ew ê ewil "Mala Kurdistanê" bê vekirin.

Li Davosê bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bin çavdêriya Wezareta Karûbar û Ragihandinê ya Serokwezîriyê de “Mala Kurdistanê” tê vekirin.

“Mala Kurdistanê” li Davosê wê di dirêjahiya hefteya forumê de mêvandariya mêvan û beşdaran bike û welat û kompaniyên mezin vexwîne da ku di sektorên cuda de li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bikin.

Tê plankirin ku li Mala Kurdistanê ya li Davosê bi nûnerên sazî û şîrketên navneteweyî re gelek hevdîtinên girîng ên siyasî û dîplomatîk bên lidarxistin.

Li Mala Kurdistanê bi hemahengî li gel Desteya Veberhênana Kurdistanê wê çalakiyên curbicur bên lidarxistin û gelek kompanyayên mezin û kesayetiyên navdewletî wê bên vexwendin. Herwiha tê plankirin ku zincîre peymanên ku wê piştevaniya aboriya Kurdistanê û sektorên curbicur bike bên îmzekirin.

Foruma Aborî ya Cîhanê (Davos 2024) wê di navbera 15-19 Çile 2024 de li Davosa Swîsreyê bê lidarxistin.

< >
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin