Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Bulgaristanê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Bulgaristanê civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de, ligel Serokê Bulgaristanê Rumen Radev civiya.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de ku îro (02.03.2024) di duyemîn roja xwe de li Antalyayê berdewam dike, ligel Serokê Bulgaristanê Radev civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Bulgaristanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên aborî, bazirganî, çandî, werzişî, geştyarî û çandiniyê de hat kirin û herwiha tekezî li ser zêdetir pêşxistina pêwendiyên di warê aborî, bazirganî, çandî, werzişî, geştyarî û çandiniyê de hat kirin. Di civînê de tekezî li ser destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Tirkiye û Iraqê de hat kirin.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên li gel welatên dost li Ewropayê, Nêçîrvan Barzanî daxwaza berfirehkirina hevkariyên Herêma Kurdistanê li gel Bulgarya, welatekî dost û endama Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û daxwaz ji Bulgaristanê kir. Daxwaza bilindkirina asta nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê kir.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin