PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina cadeya 150 metrî ya Hewlêrê de ragihand: “Ew hewldanên ji bo nehiştina baweriya xelkê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilata Herêma Kurdistanê, şikir ji Xwedê re serî negirtin.”
Mesrûr Barzanî got: “Kevirê bingeha projeya cadeya 150 metrî di kabîneya berê de hat danîn, lê ji ber çend sedem û qeyrana darayî, nehat cîbicîkirin.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Em di destpêka destbikarkirina kabîneya me de hest bi girîngiya cîbicîkirina vê projeyê kir, me demildest biryar da ku divê ev proje were cîbicîkirin, da ku têkeve xizmeta hemû welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê, bi taybetî welatiyên xoşewîst ên Hewlêrê.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Girîngiya vê projeyê ji bilî ku hêsankariyê ji bo welatiyên birêz û nişteciyên xoşewîst ên bajarê Hewlêrê dike ji bo gihiştina cihê mebestê hêsankariya ji bo karê bazirganî ye û herwiha dikare bajarê Hewlêrê bi derdora Hewlêr û parêzgehên din ve girêbide, hêsankarî bike ji bo ku parêzgehên din bi rêya vê cadeyê zûtir bigihin hev.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Em ê di erkên xwe yên cîbicîkirina reform û gihandina xizmetguzariyan de ji bo welatiyan, berdewam bibin. Her çiqas hewl hebû ku rêgirî li me bikin û di cîbicîkirina vê bernameya reformê de rêgirî çêbikin, ku me di destpêka kabîneyê de soz daye welatiyan.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ew hewldanên ku ji bo nehiştina baweriya xelkê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilata Herêma Kurdistanê, şikir ji Xwedê re serî negirtin û ti qeyranek nikare me rawestîne li ser cîbicîkirina erkên me yên reformê û yên ji bo pêşxistina Kurdistana me ya xoşewîst.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin