PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fuzeyekî li gundê Polonyayê yê bi navê Przewodow ketiye, ne diyare ku ji ku derê hatiye û di encamê de 2 kes mirine. Tê gotin ku fuze ya Rûsyayê ye lê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ragihand ku her buhistekî axa NATO yê di bin parastina wan de ye û tewrê wan zelale.
Li gor medya Polonyayê ku Polonya endamê NATO ye, teqînekî mezin çêbûye û di encamê de 2 kes mirine. Berdevkê hukumeta Polonyayê Piotr Müller, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku serokwezîr Morawiecki, komîta ewlehiya netewî dawetî civînê kiriye. Müller, behsa datayên civînê nekiriye.
Ji îstîxbarata Amerîkayê rêvebirekî ji bo ajansa Associated Press (AP) ê ragihandiye ku fuzeyên ji aliyê Rûsya de ji bo axa Ûkraynayê hatine avêtin, hinek ji wan li ser axa Polonyayê ketine û 2 kes mirine. Berdevkê Pentagonê Tûxgeneral Patrick Ryder di mijarê de di civîna rojane ya çapemeniyê de weha got:
“Xebera ku tê gotin 2 fuzeyên Rûsyayê nêzî sînorê Ukraynayê li nav axa Polonyayê ketine agahdarin lê ji bo erêkirina xeberê di destê me de ti agahî tine. Em lêkolînê dikin. Eger agahî ketin destê me em ê we agahdar bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin