PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî ragihand ku eger bi Amerîka re muzakere destpêbikin, wê Îran bi Amerîka re li gor berjewendiyên xwe muzakereyan bike. Kenanî hem got ku ji bo perên wan yên ku li Kore ya Başûr bloke kirine, wê Îran here dadgeha tehkîmê û wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan wê seredana Pakistanê bike.
Kenanî ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya li Tehranê de kir. Kenanî li ser muzakereyên bi Amerîka re got:
“Îran bi Amerîka re, ne li ser bingeha baweriyê lê li ser berjewendiyên netewî û şertên peymanê muzakereyan bike. Em amade ne dest bi muzakereyan bikin. Fikra me ya di babeta hukumeta Amerîka de zelal e. Em bi Amerîka re ne li ser bingeha baweriyê muzakereyan dikin û peyman jî ne ji berhema me ya baweriya bi Amerîka re bû.”
Kenanî di mijara seredana wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan de got ku wê Abdullahiyan seredana Pakistanê bike, di seredanê de ji bo pêwidiyên Îranê bi Pakistanê re xwurt bike, dê hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin