PeyamaKurd- Li payîtexta Îranê li Tehranê di merasima ku bo wan kesên di balafira Ûkraynayê de mirin hat kirin de, xelkê tevlî merasimê bû, qêriyan û bo Parastvanên Şoreşa Îranê gotin: “Parastvanên Şoreşê şerm bikin, welat rihet bihêlin”, “Mirin bo dîktator”, “Bila derewîn îstîfa bikin”, “Hamaney îstîfa”, “ ez ne fitnekarim, fitnekar tu yî”.
Merasim li ber zanko ya Emîr Kebîr çêbû lê merasim zivirî eleyhiya dewletê. Li ser xwepêşandanê hêzên asayîşê mudaxelelyê xelkê kir. Polîs nema hişt ku xelk here ciyê merasimê û temamê rêyên ku diçin wê derê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin