PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan, “ji bo ji xetimandina siyasî derkeve û asyonên hevkarî û hevbeşiyê ji bo xizmetkirina gel veke” destpêşxeriyeke sê salî ragihand.
Çarçoveya Hevahengiyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Piştî ku nakokiyên siyasî bûn sedema derbasbûna dema destûrî, em vê destpêşxeriya niştimanî pêşniyar dikin ji bo ji vê xetimandina siyasî derkeve û asyonên hevkarî û hevbeşiyê ji bo xizmetkirina gel veke.”
Herwiha destpêşxeriyê hemû hêzên siyasî û kesayetiyên niştimanî vexwendin, da ku qonaxeke nû ya danûstandin û diyalogê destpê bikin, ji bo dagirtina postên serwerî, bi awayekî ku bikeve berjewendiya hemû welatiyan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev destpêşxerî di demekê de ye, heta niha ti nêzîkayî di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de ji bo bidawîkirina nakokiyên siyasî çênebûye û Muqteda Sedir jî rijd e, hikûmeteke piranî ya niştimanî bê avakirin.
Çarçoveya Hevahengiyê, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin