PeyamaKurd – Cîgirê serokê buroya siyasî yê Hamasê Salih el-Aruri ragihand ku eger Îsraîl dawî li êrîşên Şerîda Xezzayê neyne û agirbesa mayînde nebe, wê dîlan bi hev neguhêrin.
Aruri, di televizyona Qatarê ya Al Jazeera de axifî û behsa guhertina esîran û agirbesê kir. Aruri got ku piştî guhertina esîran li ser guherîna cesedan bi Îsraîlê re axifîne lê Îsraîl mijarê qebûl nekiriye. Aruri got:
“Îsraîl li hemberê me komkujiyan dike û zen dike ku berxwedanê bişkêne. Lê tewrê me zelale. Wê şer biqede û paşî behsa guhertina esîran bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin